• Wednesday, 18 February 2026
logo

EFRÎN – ‘Rûsyayê bikaranîna qada asmanî qedexe kir!’

Gulan Media February 5, 2018 Nûçe
EFRÎN – ‘Rûsyayê bikaranîna qada asmanî qedexe kir!’
Hat îdiakirin ku Rûsyayê qada asmanî ya Efrînê li balafirên şer ên Tirkiyê qedexe kiriye.



Êrişa Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî roja 17mîn bû û topxaneyên Artêşa Tirkiyê jî li ser topbarankirina navçeyê berdewam in.



Hat îdiakirin ku Rûsyayê qada asmanî ya Efrînê li balafirên şer ên Tirkiyê qedexe kiriye, lê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.



Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku ji doh ve balafirên şer ên artêşa Tirkiyê êrişên asmanî nekirine.



Rojnamevanê nêzîkî hikûmeta Tirkiyê bi navê Metehan Demir di gotara xwe ya îro de behsa vê îdiaya dike.



Metehan Demir wiha dibêje: “Rûsyayê piştî ku balafira wê pêr li Sûriyê hat xistin, li wê herêmê ketiye amadebaşiyê. Rûsya ragihandibû ku ew ji bo dîtina pîlotê balafirê (kuştî hatibû dîtin) ligel Tirkiyê hevkariyê dike. Piştî vê bûyerê biryareke Tirkiyê matmayî bihêle hat dayîn.



Piştî ketina balafira Rûsyayê hat gotin ku Rûsyayê qada asmanî ya ji roja despêka operasyona Efrînê ve ji Tirkiyê re vekirîbû girtiye. Li gor îdiayekê Rusyayê îro mijara bikaranîna qada asmanî ya ji aliyê Tirkiyê ve ragirtiye.”



Operasyona Efrînê ku ji 20ê Çileya 2018ê ve dest pê kiriye, ji wê rojê ve topxane û balafirên şer ên Tirkiyê gund û navçeyên cuda ên Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombardiman dikin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de zarok û sivîl jî hene. Herwiha hejmareke zêde ya welatiyan jî koçber bûne.

Rudaw
Top