• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îraqê êrişa Tirkiyê li ser Efrînê şermizar kir

Gulan Media February 4, 2018 Nûçe
Îraqê êrişa Tirkiyê li ser Efrînê şermizar kir
Wezareta Derve ya Îraqê êrişa ser ‘Efrînê şerimzar kir û ragihand: Operasyona supayê Tirkiyê li Sûrîyê zêdegavîye û nahê qebûlkirin.
Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyanîyekê da ji zarê Îbrahîm Ce’ferî, wezîrê Derve yê Îraqê ragihand: Bexda êrişa ser ‘Efrîna rojavayê Kurdistanê ji alîyê supayê Tirkiyê bi piştevanîya hêzên opozisyona Sûrî ve qebûl nake û dest werdana Enqereyê li Sûrîyê bi giştî jî red dike.
Da zanîn jî: Her çende Îraq dixwaze peywendîyên xwe li gel cîrana xwe ya Tirkiyê bi parêze, lê maytêkirina her welatekî li Sûrîyê yan welatekî din zêdegavîye û nahê qebûlkirin.

Waar.tv
Top