• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nexwaşxaneya Efrînê: Heta naha 150 hemwelatiyên sivîl şehîd bûne!

Gulan Media February 4, 2018 Nûçe
Nexwaşxaneya Efrînê: Heta naha 150 hemwelatiyên sivîl şehîd bûne!
Artêşa Tirkiyê erîşa ser bajarê Efrînê bi rêya hêzên esmanî û bejayî ve berdewam dike û di wan êrîşan de hemwelatiyên sivîl dibin qurbana wan êrîşan. Li gor gotina berpirsên nexwaşxaneya Efrînê heta naha bi şehîd û birîndaran ve 448 hemwelatiyên sivîl bûne qurban.

Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan li Kurdistanê û Rêxistina Kurd a Mafê Mirov li Sûriyê aşkera kirin, di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser Efrînê, îro 04.02.2018ê şeş hemwelatiyên sivîl birîndar bûn, ji wan du kesên bi navê Mihemed Ehmed ê temen 60 salî û Fadime Mistefa ya temen 50 salî jî di nav wan birîndaran da bûne û xelkê gundê Veqela yê bajarokê Şiyê ne.

Herwaha hate aşkera kirin topxaneyên Tirkiyê bajarokê Raco û Cindirêsê berdewam dikin û li gor zanyariyên geheştine Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan li Kurdistanê rûniştvanên gundên Kefirsefre û Hesîrke ber bi bajarê Efrînê ve koçber bûne.

Duh 03.02.2018ê Nexwaşxaneya Efrînê amarên qurbanên bombebaranên Tirkiyê belav kir û aşkera kir, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê yên li Efrînê 150 hemwelatiyên sivîl şehîd bûne 298 hemwelatiyên din ên sivîl jî birîndar bûne.

Basnews
Top