Tirkiye: Emê êrîşî serbazên Amerîkî bikin yên li Minbic cilên YPGê li xwe dikin
Bekir Bozdag got jî: "Heger YPG ji Minbic venekişe emê derbasî wî bajarî jî bibin. Divê serbazên Amerîkî xwe ji Minbic dûr bixin û dev ji çekdarkirin û perwerdekirina şervanên YPG berdin".
Bozdag da zanîn ku "Pêwîst e serbazên Amerîkî bi cilên YPG li pêşya serbazên Tirkiyê ranewestin. Her serbazekî Amerîkî ku cilên YPG lixwe kiriye, wê têkevin ber êrîşên Tirkiyê de. Em naxwazin bi serbazên Amerîkî re şer bikin û divê Amerîka jî weke Tirkiyê di vê pirsê de hestyar be".
Navhatî tekez kir, ku Amerîka li gel YPG di nav pêwedinyeke germ de ye û derveyî Herêma Efrînê agahiyên hewalgirî radestî YPGê dike.
K24
