“Niyeta Ebadî nîne beriya hilbijartinan mûçeyê karmendên Kurdistanê bide!”
Parlamenterê kurd û endamê firaksyona YNKê li parlamentoya Iraqê Ebdulezîz Mela Hesen ji televîzyona K24 re gotiye, bi qasî ku haya me jê heye serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî naxwaze beriya hilbijartinan bi Kurdistanê re li ser çareserkirina kirîz û kêşeyan li hev bike.
Ebdulezîz Mela Hesen her wiha gotiye, Ebadî bi taybet naxwaze beriya hilbijartinan mûçe yan jî bûdceya Kurdistanê bide, dixwaze li ser wê yekê siyaset bike.
Parlamenterê YNKê Arêz Ebdullah duhî ji BasNewsê re gotibû, Ebadî ji wan re gotiye ku hinek siyasetmedarên kurd ji wî xwastine mûçeyê karmendên Kurdistanê nede destê hikûmeta Kurdistanê!
Hilbijartinên Iraqê 12 Gulana îsal tên kirin.
Basnews
