YNK li Xurmatû tevlî hevpeymaniyeke Erebî dibe
Berpirsê Melbenda YNKê yê li Hemrînê Mela Kerîm Şikûr ji Rûdawê re ragihand: “Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li parêzgeha Selahedîn tevlî lîsteya hevpeymaniya Erebî bû, daku bi hev re beşdarî hilbijartinên dahatû yên encûmenên parêzgehan û parlementoya Iraqê bibin, ev jî ji bo wê yekê ye ku dengên Kurdan ji dest neçin.”
Li ser biryara YNKê Mela Kerîm Şikûr destnîşan kir: “Ji ber ku di demên derbasbûyî de me nekarî li gel aliyên Kurdistanî bigihîjin rêkeftinekê daku bi lîsteyeke hevbeş li Xurmatoyê beşdarî hilbijartinan bibin, me ev biryar da. Eger hemû aliyên Kurdî beşdarî hilbijartinan bibûna, îhtîmal hebû 22 hezar deng bi dest bixin, lê ji bo her kursiyek, divê 40 hezar deng werin bidestxistin.”
Li gor nêrîna şirovekarê siyasî Arif Qurbanî “YNKê biryareke baş daye û dê piraniya dengan bi dest bixe, eger bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan biba, dibe ku bandoreke wê ya ew qas tine be”.
