Li Efrînê rewşa dawî - “Hêzên Tirkiyê derbasî 4 gundan bûn”
Êrîşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê îro derbasî roja çardehem bû.
Di berdewamiya êrişên xwe de, balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê îro bi giranî navenda bajarokê Raco û gundên derdora wê bombebaran kirin.
Herwiha li gorî çavkaniyên xwecihî li derdora Raco jî şer û pevçûn di navbera şerên YPG/HSD û hêzên Tirkiyê de derketin.
Medyaya nêzîkî YPGê dîmenê biarmancgirtina wesayiteke hêzên Tirkiyê li derdora Raco belav kiriye û ragihnadiye, ku şervanan li gundê Kevirê Ker ê ser bi Racoyê ve wesayita hêzên ser bi Tirkiyê ve bi rokêtekê teqandine.
Herwiha çavkaniyekî xwecihî li Efrînê ji Rûdawê re aşkere kir, ku li bajarokê Bilbilê li bakurê herêma Efrînê jî di navbera şervanên YPG/HSDê û hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de şerekî giran heye.
Mihemed Bilo ji Efrînê ve ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ji duh ve pevçûnên herî dijwar ên ji destpêka êrişên Tirkiyê yên bo ser Efrînê ve li derdora bajarokê Bilbilê diqewimin.
Çalakvan Mihemed Bilo da xuyakirin, ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên grûpên cîhadîst ên girêdayî wê derbasî 4 gundên “Zehran, Bêkê, Sariya, Baniya Qurnê yên bajarokê Bilbilê” bûne, ku dikevin ser sînor û got, hêzên ser bi Tirkiyê ve gihîştine nava bajarokê Bilbilê, lê belê hêj li navenda Bilbilê û derdora wê jî şer heye û navenda Bilbilê neketiye bin kontrola hêzên Tirkiyê.
Bi gotina wî çalakvanî, hêzên Tirkiyê nekarîne bi temamî wan cihan kontrol bikin û di navbera çend saetan de ew gund di navbera her du aliyan de tên destbidestkirin.
Bilo diyar kir, gundên ku ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve hatine kontrolkirin, li ser xeta sînor in û wan hêzan hêj nekarîne derbasî kûrahiya axa Efrînê bibin.
Heman çalakvanî amaje bi rewşa dawî ya Raco kir û da xuyakirin, ku firokeyên şer ên Tirkiyê berdewam in li ser bombebarana deverên ser bi Raco ve û tekez kir, “li sê gundên Xelîl, Meimela û Omera hêj şer û pevçûn di navbera hêzên YPG/HSD û hêzên girêdayî Tirkiyê de didom e.”
Bi gotina Mihemed Bilo di êrişa duh a firokeyên Tirkiyê bo ser bajarokê Şêrawa ya Efrînê de jî “gundê Xankê bi temamî hatiye rûxandin û avahiyên wê bi erdê re kirine yek.”
Rudaw
