• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Girê Spî 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Gulan Media February 2, 2018 Nûçe
Li Girê Spî 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li bajarê Girê Spî dema hejmarek leşkerên Tirkiyê dixwestin derbasî wî bajarî bibin ji aliyê hêzên Sûriyê yên demokratîk ve hatin kuştin.

Li gor ku, K24 ragehandî li Girê Spî, 8 çekdarên bi ser Mertala Firatê ve ji deriyê sînorî yê kevin di navbera Tirkiyê û Girê Sipî de dixwestin derbasî nava bajêr bibin, lê hêzên Sûriya Demokrat karî 4an ji wan bikuje, herweha 2 birîndarbûn û yên din jî reviyan.

Ji aliyeke din ve encûmena leşkerî ya Menbicê jî ragihand ku, Artêşa Tirkiyê bi çekên giran çend êrîş li ser gundê Hoşeriyê li gundewarê bakurê rojhilatê Menbicê pêkanî û ji aliyê xwe ve jî, Encumena Leşkerî ya Menbicê bersiva wan êrîşan da, û şer di navbera her dû aliyan de berdewam e.

Basnews
Top