• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ji Almanya hat xwestin ku Tirkiyê bi tankên Almanî şerê Efrînê neke

Gulan Media February 2, 2018 Nûçe
Ji Almanya hat xwestin ku Tirkiyê bi tankên Almanî şerê Efrînê neke
Berpirsê encûmena xwecihî ya Efrînê Silêman Ceifer ragihand, ku Tirkiye bi tankên Almanî, bi awayekî bêserûber xelkê Efrînê topbaran dike û gundên Kurdan li Efrînê bi temamî wêran dike.

Silêman Ceifer ji ajanseke Almanî re got: "Di du rojên derbasbûyî de topbarana artêşa Tirkiyê dijwartir bûye".

Ceifer daxwaz kir, ku Hikûmeta Almanya hemû bizavên xwe bike û fişarê li Tirkiyê bike ku bi tankên Almanî Kurdên sivîl nekuje.

Hefteya derbasbûyî, wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel ragihand, ku welatê wî, biryara nûjenkirina tankên Almanî yên li cem artêşa Tirkiyê rawestandiye.

K24
Top