• Wednesday, 18 February 2026
logo

HSD: Tirkiyê ti pêşveçûn li ‘Efrînê nekirîne

Gulan Media February 1, 2018 Nûçe
HSD: Tirkiyê ti pêşveçûn li ‘Efrînê nekirîne
Peyivdarê Hêzên Sûrîya Demokratîk HSDê retkir supayê Tirkiyê ti pêşveçûn li ‘Efrînê kirbin û ragihand; Ta niha supayê Tirkiyê ti pêşveçun li ‘Efrînê ne kirîne.
Kîno Gabrîl peyivdarê Hêzên Sûrîya Demokratîk HSDê eşkerakir raste ji heftîyekê pitire supayê Tirkiyê û hevpeymanên wê bi tank û topan êrişên xwe bo ‘Efrînê destpêkirîne, lê ev wê yekê na gehîne ku wan pêşveçûn li wê kantonê kir bin û diyar jî kir, ji ber bombebaranên firokeyên Tirkiyê li ‘Efrînê jimareka zêde ya sivîlan bûne qurbanî.
Herwesa peyivdarê Hêzên Sûrîya Demokratîk daxwaz ji civata asayîşa nêvdewletî kir fişarên zêdetir bêxin ser Tirkiyê ji bo ku pitir serwerî ya welatekî serbixwe binpê neke.

Waar.tv
Top