Joseph Votel: Divê Cihan hemû minetdarê kurdan be!
Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yê Amerîkayê Joseph Votel, piştî serdana xwe ya ji bo Iraq û Îranê bi rêya telekonferansê pirsên rojnamegeran bersivand.
Votel destnîşan kir ku kurdan fedakariyeke mezin nîşan daye û ragehand: "Divê bala me li ser fedakariya şirîkên me be ku di têkoşîna dijî DAIŞê de nîşan dane. Ji artêşa Iraqê û HSDê bi hezaran kes dema bajarên girîng rizgar kirin an mirin an jî birîndar bûn. Berî bi çend roja li Reqayê bûm û min şideta li wê derê dît. Beşa mezin a hewldana vî karî şirîkên me yên qadê dan û xwîna xwe rijandin. Em hemû, cîvaka kurewî divê em minetdarê wan bin."
Ji Votel hate pirsîn '’li gel operasyona Tirkiyê jî dê piştgiriya we ji bo YPGê berdewam bike?' Votel bi zelalî got 'belê' û weha pê de çû: 'Heya ku ew li dijî DAIŞê têbikoşin û li herêmê îstîkrarê pêkwerînin em ê jî piştgriya wan bikin. Ev polîtikaya hikûmeta me ye.
Votel diyar kir ku ew metirsiyên Tirkiyê yên derbarê sînorê xwe de fêhm dikin û weha got: "Di vê mijarê de xebata bi Tirkiyê re girîng e. Tirkiye di têkoşîna dijî DAIŞê de bû şîrîkê me û mutefîqa me ya NATOyê ye. Armanceke me ya din a girîng jî têkbirina DAIŞê ye. Ji bo em vê bikin jî şirîkê me yê qadê HSD ye. Bi ya min li hember DAIŞê heya niha hêza herî karîger ew in."
Basnews
