Tirkiye çiyayê Gir û Qestelê Efrînê topbaran dike
Peyamnêrê got jî, çavkaniyên amaje bi wê yekê dikin, ku hêzên bijahî nikarin derbasî nava wan çiyayan bibin, tenê ji aliyê firokeyan ve tê bombebarankirin.
Da zanîn jî, îro şer li gundê Baflûnê, Raco, Şediya, Meydana, devera Şeuhba û Cindirêsê bi tundî berdewam dike. Artêşa Tirkiyê jî hêzeke nû aniya nêzîkî Kilîsê.
Peyamnêrê me aşkere kir, şer û pevçûn li çiyayê Qestelê di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ji aliyekî û şervanên YPGê ve berdewam e û ew her du çiya bi temamî neketine destê artêşa Tirkiyê. Ji ber ku gelek mîn û bombe li derdora wî çiyayî hatine çandin, artêşa Tirkiyê nikare bi pêş ve biçe.
K24
