• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li akademiya Zaxoyê 418 Efserên din derçûn

Gulan Media January 31, 2018 Nûçe
Li akademiya Zaxoyê 418 Efserên din derçûn
Devreyeke din ya perwerdehiya akademiya leşkerî ya Zaxoyê bidawî hat.

Roja 30.01.2018ê bi merasîmeke li koleja leşkerî ya Zaxo ve 418 efserên Pêşmerge yên ji jin û xortan pêkdihat, piştî şeş meh perwerde û rahênana leşkerî bawernameya leşkerî wergirtin.

Ji berpirsên wezareta Pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn di merasîmê de ragehand: ‘’Li ser navê birêz Serok Barzanî pîrozbahiyeke germ li yek bi yek wan efseran dikim ku nû bi dileke germ û moraleke bilind ve koleja leşkerî ya Zaxo bi awayek serkeftî rahênan û perwerde dîtine û naha jî derçûne.

Serbest Lezgîn got: ‘’Li gor bernameya rêveberiya hêzên Pêşmerge ev efserene dê wek Pêşmerge di nava hêzên Pêşmerge de karên xwe bikin û karê Pêşmerge bilind dinirxînin.’’

Koleja leşkerî û akademiya Zaxo sala 1996ê hate ava kirin û heta naha bi dehan dewreyên leşkerî û perwerdeyên akademîk bo keç û xortên Pêşmerge birêve biriye û payeya leşkerî daye bi hezaran ciwanên kurd.

Top