Artêşa Tirkiyê li Efrînê bi 3 zimanan belavok li ser xelkê belav kir
Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê ku li gel Artêşa Azad a Sûriyê ji 20ê Çileya 2018an ve li Efrîn û derdora wê operasyon daye destpêkirin, belavokeke ku bi zimanên Tirkî, Erebî û Kurdî hatiye amade kirin, li ser esmanên Efrînê ve belav kir.
Belavoka ku bi sernavê "Ji xwişk û birayên me yên Efrînî re" hatiye belavkirin, banga wê yê dike ku “ji bo ku li herêmê aştî, aramî, bawerî werin cîbicîkirin bi hev re bixetin".
Di belavokê de ku Artêşa Tirkiyê li Efrînê belav kiriye hatiye gotin ku “PKK, PYD, YPG û DAIŞ li dijî cîranê xwe çek hildane û mizgeftan xera dikin û divê dawî bi wan were anîn”.
Herwiha Artêşa Tirkiyê di belavokê de ji xelkê Efrînê xwestiye ku ji hêzên Kurdî dûr bikevin û diyar kiriye: “Efrîn ya xelkê Efrînê ye, ber bi rojên aştî, sihet, aramî, bawerî û bereketê ve.”
Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha ji ber topbaran, bombebaran û şer û pevçênên navbera Artêşa Tirkiyê-Artêşa Azad a Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî.
Rudaw
