• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pentagon: Em bi rayedarên Tirkiyê re li ser rewş Efrînê hevdîtin dikin

Gulan Media January 30, 2018 Nûçe
Pentagon: Em bi rayedarên Tirkiyê re li ser rewş Efrînê hevdîtin dikin
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ligel berpirsên Tirkiyê li ser rewşa Efrînê di hevdîtinê de ne û hewl didin baştirîn çare bo rewşa wê navçeyê bibînin.

Berdevkê Pentagon Rob Manning di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser rewşa Efrînê bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku ew dixwazin çareyek baş ji wê kirîzê re bibînin.

Rob Manning derbarê kuştina xelkê sivîl de jî ragihand ku haya wan ji kuştina sivîlan nîne.

Berdevkê Pentagonê da zanîn ku Tirkiye hevpeymanê wan ê NATOyê ye û ew ligel hev kar dikin.

Derbarê egera derketina şer di navbera hêzên Amerîka û Tirkiyê de li Minbicê, Manning wiha axifî: “Tirkiye dizane hêzên me li ku derê hene û ew dê tedbîrên pêwîst werbigrin ji bo şer li wan navçeyan dernekeve.”

Duh fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) general Joseph Votel ji CNN Internationalê re axifîbû û gotibû: “Em ji Minbicê venakişin.”

Basnews
Top