Şanda HDPê ji bo Efrînê li Almanyayê ye
Li gor zanyariyan, şanda HDPê dê li gel Partiya Çep, Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Kesk bicive û mijara operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê bîne rojevê.
Şanda HDPê ji endamê şanda Îmraliyê Hatip Dicle, parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz, endamên Desteya Rêveberiya HDPê Tuba Hezer û Nursel Aydogan, Hevseroka Şaredariya Cizîrê Filiz Koçali, nûnerên HDPê yên li Almanyayê Leyla Îmert û Sinan Onal, akademîsyen Nazan Ustundag û Muzaffer Kaya û rojnamevan Îsmail Eskin û Hayko Bagdat pêk tê.
Şanda HDPê dê d civînê de ji parlementoya Almanyayê daxwaz bike ku li hember êrişên Tirkiyê yên ser Efrînê helwêstek nîşan bidin.
Bi navê şanda HDPê daxuyaniyek hatiye belavkirin û têde amaje bi wê yekê hatiye kirin ku “Operasyona Artêşa Tirkiyê ya ser Efrînê berdewam e û çekên herî pêşketî li wir têne bikaranîn. Li gor zanyariyan ji niha ve bi sedan sivîl bûne armanc û hatine kuştin, herwiha behsa wê yekê tê kirin ku Tirkiyê napalm bi kar aniye”.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiyê bikaranîna peyva "aştî" bûye sedema zindanîkirina xelkê û herwiha HDP di bin guvaşeke mezin de ye û kesên ku li aliyê opozîsyonê ne dema ku daxwaza aştiyê dikin, zext û guvaş dixin ser wan.
Şanda HDPê di daxuyaniya xwe de ji civaka navdewletî daxwaz dike ku sînorek deynin çalakiyên Tirkiyê û pêwîst e parlementoya Almanyayê di demeke nêz de helwêsta xwe nîşan bide.
Rudaw
