• Wednesday, 18 February 2026
logo

HSD: Girê Qestelê di destê me de ye

Gulan Media January 30, 2018 Nûçe
HSD: Girê Qestelê di destê me de ye
Di roja 10emîn a operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez dike, artêşa Tirkiyê girê Qestelê kontrol nekiriye.

HSD di daxuyaniyekê de ragihand, girê Qestelê û Barsiya (Parse Xatûnê) ta niha di destê wan de ye û tenê hin deverên biçûk li derdora wî girî ketine destê artêşa Tirkiyê. Niha jî şervanên HSDê di hewla vegerandina wê navçeyan de ne.

Herwiha HSDê aşkere kir, li gundê Elbîskê ya navçeya Racoyê şervanên HSDê tankeke artêşa Tirkiyê jinav bir û şer û pevçûn di navbera wan de berdewam e.

Ji duh serê sibihê ve, artêşa Tirkiyê bi firoke û topxaneyan girê Qestelê yê li ser sînor topbaran dike, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, ewê wî gir di çend demjimêrên dahatî de kontrol bikin.

K24
Top