HSD: Me helîkopterek Artêşa Tirkiyeyê xist
Çavkaniyekî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo Sputnikê ragihand ku hêzên wan li nêzikî gundên Giyare û Batmaneyê helîkoptereke artêşa Tirk xistiye.
Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de li dijî bajarê Efrînê dest bi operayoneke leşkerî kir û heta îro, roja 7an a operasyonê di navbera YPGê û artêşa tirk de şerekî gelekî giran diqewime.
