• Thursday, 19 February 2026
logo

Komkujiyeke din li navçeya Şêrewa ya Efrînê

Gulan Media January 28, 2018 Nûçe
Komkujiyeke din li navçeya Şêrewa ya Efrînê
Di êrîşa îro ya artêşa Tirkiyê li ser navçeya Şêrewa, Siyê û Bilbilê yên Efrînê hejmarek ji sivîlan şehîd û birîndar bûn.

Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser herêmê Efrînê di roja 9emîn de berdewam e. Peyamnêrê K24ê li Efrînê Ekram Salih ragihand, firokeyên Tirkiyê gundê Kopela yê li navçeya Şêrewa bombebaran kir, di encamê de 3 sivîl ji yek malbatê şehîd bûn, di nava wan de zarok jî hene û 7 sivîlên din jî birîndar bûn.

Peya,nêrê me da zanîn jî, di êrîşa li ser gundê Xelîl Gulko ya li navçeya Şiyê jî hejmarek ji sivîlan şehîd bûne, lê ta niha û li gor zanyariyên destpêkê kesekî sivîl bi navê Mihemed Reşîd Hesen şehîd bûn, eger heye jî şehîdên din jî li wî gundî hebin.

Herwiha navenda Ragihandinê ya HSDê jî di daxuyaniyekê de da zanîn, di êrîşa li ser navçeya Bilbilê de jî 2 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê vê mehê bi firokeyên şer dest bi êrîşa li ser Efrînê kiriye. Li gor amarên fermî jî, ji destpêka operasyona Tirkiyê û ta duh, 59 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 134 sivîlan birîndar bûne.

k24
Top