• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan ji dijberên şer re: Hûn Xayin in! Bêşeref in!

Gulan Media January 28, 2018 Nûçe
Erdogan ji dijberên şer re: Hûn Xayin in! Bêşeref in!
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan akademisyen, hunermend û rojnamevanên ku, Operasyona Efrînê rexne kirin e û di daxûyaniyekê dijberiya xwe hemberî şer dan nîşandan – bi xiyanet, tometbar kir.

Di axaftina xwe li Kongreya AKP a bajarê Çorumê de, Erdogan diyarkir: “Hin kes ên ku xwe wekî professor, doçent, hunermend dibînin, dibêjin: Şer rawestînin! Dibêjin ku, Aştiyê dixwazin! Li herêmê aloziyan naxwazin. Rêya çareseriyê di danûstandina ligel YPG dibînin. Bêyî ku şerm bikin, ev name hinartina ji Parlementeran re jî!

Ji we dipirsim, eqlê we heta îro li kude bû? Gava rêxistina terorê êrîşî welatê me dikir, hûn li kude bûn lo! Navên we professor e, hunermend e, docent e, yanî çi? Xayinno! Bêwijdanno! Bêşerefno! Erzanno! Hûn lîstika sê meymûnan dilîzin ha?”…

K24
Top