• Thursday, 19 February 2026
logo

NY Times: Rojeva Medya Tirk bûye nîjadperestiya serbazî

Gulan Media January 28, 2018 Nûçe
NY Times: Rojeva Medya Tirk bûye nîjadperestiya serbazî
Rojnameya NewYork Times a Amerîkî liser Operasyona Efrînê û bandora wê li civat û medyaya Tirk gotarek belavkir.

Ligor NY Times, “Medya Tirk a ku bi berferehî piştgirê hukimetê ye, nîjadperestiya serbazî kiriye rojeva xwe ya sereke û bi awayekî dilgerm nûçeyên weha dike manşetên xwe”.

NY Times herweha diyar dike ku, Opozisyon li Tikriye ketiye rewşek bêdengiyê, kesên ku liser sosyal medya jî rexne li siyaset û kiryarên hukimetê digrin, tên desteserkirin û girtin.

Karsazên bajarê Kilis, ku nêzîkî Suriyê ye ji NY Times diyar dikin ku, hêvîdar in di encama Operasyonên Tirkiyê li Suriyê, penaberên ji Suriye vegerin welatê xwe.

K24
Top