• Thursday, 19 February 2026
logo

Hêzên Amerîkî li Heşda Şeibî û Polîsên Iraqî dan

Gulan Media January 27, 2018 Nûçe
Hêzên Amerîkî li Heşda Şeibî û Polîsên Iraqî dan
Fermandeyê operasyona Cizîrê li parêzgeha Enbar, hûrkariyên derbarê bûyera kuştina hejmarek ji welatiyan û endamên polîsan û rêvebirê bajarokê Bexdadiyê yê ser bi parêzgeha Enbarê eşkere dike.

Li gorî zanyariyên wî fermandeyî, hêzeke hevbeş ya Amerîkî li gel fewcê Enbar ji hêza taybet ya Iraqê, li bingeha Eyn Esed operasyonek ji bo desteserkirina bergumanekî bi navê "Kerîm Elî Efat" ku bi qaçaxiya çekên bêdeng hatiye tometbarkirin".

Wî fermandeyî got: "Dema ku hin endamên Heşda Şeibî li gel hêzên polîs li Bexdadiye digeriyan, nêzîkî cihê operasyonê bûn, rasterê çekdarên Heşdê teqe li hêzên Amerîkî kirin û wan jî texmîn kirin ku ew teqe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ye, vê yekê hişt ku hêzên Amerîkî bersivê bidin, di encamê de, rêvebirê bajarokê Bexdadiyê û hejmarek ji endamên hêzên polîs hatin kuştin û hejmarek din ji wan birîndar bûn, ku yek ji wan birîndaran rêvebirî polîs e û jiyana wî di metirsiyê de ye.

Li gorî dawîn amar 18 kes ji hêzên emnî û xelkên sivîl hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

K24
Top