Rewangeha Sûriyê: Êrîşa Tirkiyê ya Efrînê dê bişkê!
Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman, di hevpeyvînek li gel beşa Erebî ya ajansa DW a Almanyayê de amaje bi vê yekê kir ku Tirkiye bi êrîşên ser Efrînê ve tewana şer pêktîne, lê rewşa berxwedana kurdan jî girane û ev yek jî dihêle ku şer dirêj bibe.
Ramî Ebdulrehman amaje bi vê yekê jî kir, ku Tirkiyê heta naha nekarî ti pêngavekê li Efrînê pêş de bavêje û ew şer di 10 eniyan de çend roje jî berdewam dike.
Herwaha got: ‘’Li gor min Tirkiye êrîşa ser Efrînê de dê bişkê, çawa şikesta DAIŞê li Kubanê şikest ew jî dê bişkê.’’
Basnews
