• Thursday, 19 February 2026
logo

“Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê”

Gulan Media January 27, 2018 Nûçe
“Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê”
Civaknas û nivîskar Dr. Ismail Beşikci operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nirxand. Beşikçi diyar kir ku Efrîn Kurdistan e. Beşikci got, “Dê şer demeke dirêj bidome lê Efrînê dê were parastin. Efrîn dê nebe Kerkûk.”

Civaknas, nivîskar û rewşenbîr Dr. Ismail Beşikci ji Gazete Duvarê Ozlem Akarsu Çelik re mijara Efrînê nirxand. Beşikçi diyar kir ku Efrîn Kurdistan e, û wiha pê de çû, “Efrîn Kurdistan e. Nêzîkî milyoneke nifûsa wê heye. Efrîn, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê devera herî bi ewle ye. Zêdetirî 400 hezar Sûriyeyî li Efrînê bicih bûye.

Beşikçi diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê weke ku li hemberî hemû kurdan be, li hember hemû Kurdistanê be tê xwendin, “Herkes vê êrîşê şermezar dike lê serokomar û serokwezîr di vê mijarê de li ser gel zext û fişaran dikin. Bi vî şeklî derketina kolanan û protestoyên xurt têne astengkirin, însan têne bêndengkirin.”

Beşikçi, “Bakurê Sûriyeyê, ji Cizîrê heta Efrînê warê kurdan e. Ji vir re xaka bi bereket tê gotin. Bakurê Kurdistanê, Rojava.. Lê partiya Bees ji bo ku vir ereb bike gelek hewil da xwe. Tirkiye bi operasyona li dijî Efrînê heman tiştî dike. Yanî naxwaze li vir birêveberiyeke kurdî pêk bê, li dijî vê têdikoşe. Lewra divê kurd her tim neheqiya ku li Iraqê li wan bû, li Sûriyeyê li wan dibe, bînine ziman, ev yek girîng e.”

Beşikci bal dişîne ser wê yekê ku dê şer demeke dirêj bajo, “Dê şer demeke dirêj bidome. Dê Efrînê were parastin. Gelê Efrînê xaka xwe diparêze. Efînê dê nebe weke Kerkûkê. Kerkûk ew devere ku hemû dinya, hêzên navnetewî li ser bûne kom. Herwiha li Kerkûkê kurd din ava xwe de dabeş bûbûn, şaşiyeke mezin ev, komek derket ku bi dijmin re li hev kir. Efrînê ne wisa ye. Tevî mudaxeleyan xuyaye nikare bi pêş de biçe. Gelê Efrînê tevî mudaxeleyan bajar ne terikand, balkêş e ev yek.”

Waar,tv
Top