UNICEF: Di operasyona Efrînê de 11 zarok hatine kuştin
Derbarê operasyona Efrînê de Nûnerê UNICEFê yê Sûriyê Fran Equiza daxuyaniyek da û bal kişand ser kuştina zarokan a li Efrîn û Îdlibê.
Equiza da zanîn ku li gor agahiyên gehiştine destê wan li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê herî kêm 11 zarokan canê xwe ji dest dane û pirsî: “Gelo çima cîhan li hemberî kuştina zarokan bêdeng e?”
Equiza diyar kir ku gelê sîvîl ji bo xwe ji bombardimanan biparêze, diçin cihên din ên Efrînê û got, niha 125 hezar koçber li kampan dijîn.
Li gor Komîteya Tendirûstiyê ya Kantona Efrînê, ji ber bombardimanan cenazeyê 32 kesan gehiştine nexweşxaneyan. Di bomberdûmanan de 8 zarokan canê xwe ji dest dane û 49 kes jî birîndar bûne.
Rudaw
