Îranê li ser Efrînê dîsa hişyarî da Tirkiyê
Ev 8 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dike. Heta niha gelek sivîl hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Wezîrê berê yê berevaniya Îranê Ehmed Wehîdî li ser operasyona Efrînê gotiye, hebûna ne rewa ya Amerîka sebeba serekî ya wê aloziyê ye. Amerîka dixwaze Sûriyê parçe bike ji ber wê jî rewşa wî welatî aloz dike.
Ehmed Wehîdî hişyarî daye Tirkiyê jî û gotiye, divê Tirkiyê jî hesasiyetan li ber çavan bigire.
Çend roj berê Îranê daxwaz ji Tirkiyê kiribû êrişên li ser Efrînî bi dawî bîne.
Basnews
