• Thursday, 19 February 2026
logo

Siyasetmedarên jin ên girtî ji bo Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirin

Gulan Media January 26, 2018 Nûçe
Siyasetmedarên jin ên girtî ji bo Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirin
Fîgen Yuksekdag, Aysel Tûglûk, Çaglar Demîrel, Bûrcû Çelîk Ozkan, Gulser Yildirim, Gultan Kişanak, Nûrhayat Altûn, Edîbe Şahîn û Sebahat Tuncel li girtîgehê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê.

9 siyasetmedarên ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hemberî operasyona li ser Efrînê 3 rojan ketin greva birçîbûnê.

Li gorî daxuyaniya ji HDPyê hatiye kirin, Hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdak, Alîkara Hevserokan Aysel Tûglûk, Serokwekîla Komê Çaglar Demîrel, parlamenter Bûrcû Ozçelîk û Gulser Yildirim, Hevşaredara Amedê ya DBPyî ya li şûna wê kayûm hatibû tayînkirin Gultan Kişanak û ya Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Hevşaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn û Hevseroka DBPyê Sebahat Tûncel duh (24ê Kanûna Paşiyê) dest bi greva bîrçîbûnê kirine.

Operasyona li ser Efrînê ya ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) di 19yê Kanûna Paşiyê de dest pê kiribû û di roja 6em de berdewam dike.

Top