Dadgeha Federal: Kerkûk ne navçeya cihê nakokiyê ye
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bi navê ‘Herêmên Cihê Nakokiyê' biryarek belav kir û di wê biryarê de Kerkûk di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de wekî cihekî bi nakok nayê qebûlkirin û li gel vê yekê parêzgehên wek Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Diyala wek cihên nakok nîşan da.
Derbarê mijarê de Endamê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir ji Rûdawê re got: “Biryara Dadgeha Federal biryareke gelekî xirab e. Li gor biryarê, parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê wek navçeyên cihê nakokiyê hatine nîşandan. Lê bi baweriya me biryar xeletiya çapê ye û Dadgeha Federal rast dike û niha bi rastkirina wê ve mijûl e.”
Emîn Bekir, ku di heman demê de Cîgirê Serokê Fraksyona Tevgera Goran e, wiha axifî: “Xeletiya dadgehê zêdetir bikaranîna bêjeya “rêvebirinê” ye, ji dêlva bê nivîsîn ku ew navçeyên berî 19.03.2003 ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatine “birêvebirin”, bêjeya hatine “birêvebirin” hatiye bikaranîn, evna jî xeletiya çapê ye, loma niha ew nivîs ji ser malpera fermi ya dadgehê hatiye derxistin.”
Cîgirê Serokê Fraksyona Tevgera Goran, da zanîn ku derbarê mijarê de ligel Dadgeha Federal axifîne, roja 17.01.2018 nivîsa fermi ji dadgehê re şandine û niha li benda bersiva fermi ya dadgehê ne.
Rudaw
