Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste Herêma Kurdistanê di konferensa avadankirina Îraqê de beşdar be
Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û şandeya pê re amade bûn, behsa rewşa Îraqê bi giştî û pêşhatên dawiyê yên danûstandinên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal bi taybetî hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji cîgirê sekreterê NY ê re behsa kar û xebatên wan komîteyên ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal ve ji bona çareserkirina arîşeyan hatin pêkanîn kir û, herwesa, behsa serdana xwe jî ya bo Bexdayê kir û tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê ku dixwaze bi diyalogê û li gor destûra Îraqê hemû pirsgitên çareser bibin, kir.
Serokwezîr eşkere kir ku Herêma Kurdistanê di pirsa koçber û penaberan de gelek hevkarî kiriye û gelek alîkarî pêşkeş kirine û beşdarîkirina Herêma Kurdistanê di konferensa avadankirina Îraqê de ku, biryare li Kwêtê bê saz kirin, bi pêwîstî zanî.
Çewaniya pêşkeşkirina hêsankariyan ji bona ku koçber û penaber bikaribin bo ser mal û warên xwe vegerin, alîkarîkirina Kurdistanê ji bo kirîstian û êzidiyan û berdewamiya wan alîkariyan mijarên din yên civînê bûn.
