Serok Barzanî: Binpê kirina destûrê bû sedem gelê Kurdistanê referandûmê bike
Îro li Selahedînê Serok Barzanî li gel endamên firakisyona partiya demokrata Kurdistanê ya li Parlementoya Îraqê civiya.
Di civînê de Serok û endamên firakisyona PDKê bi awayekî kurt behsa rewşa siyasî ya Îraq, pirsa hilbijartinan û kêşeyên siyasî yên di nava parlementoya Îraqê de kirin.
Her di civînê de amadebûyan nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê çawetiya amade kirina çarçoveyekê ya bo tevgeriyan li hember pêşhat û bûyerên siyasî û têkiliyên xwe yên li gel aliyên siyasî û pêkhateyên de pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa siyasî ya Îraq, Kurdistan, deverê û cîhanê û helwesta welatên cîhanê ya li hember Kurdistanê û bûyerên piştî dagîr kirina Kerkûkê rave kir.
Derbarê referandumê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku referandum revaye û rêbazeke aştiyen bû û ew yek jî mafekê xwezayî û destûrî ya gelê Kurdistanê bû, binpê kirina destûra Îraqê û birîna nana welatiyên Kurdistanê, nehêştina şeraket û hevpariyê jî bûn sedem daku gelê Kurdistanê referandumê bike û eger destûr hatiba cîhbicîhkirin vê bêgoman rewşa Îraqê niha ne wisa bû.
