• Thursday, 19 February 2026
logo

Australia: Piştevaniyê li Kurdistaneka bihêz û yekgirtî dikeyîn

Gulan Media January 25, 2018 Nûçe
Australia: Piştevaniyê li Kurdistaneka bihêz û yekgirtî dikeyîn
Balyozê Australia li Îraqê piştevanîya welatê xwe ji bo Kurdistaneka bihêz û yekgirtî ragihand û diyarkir; Welatê wî piştevana mafên destûrî yên Herêmî ye.
Mesrûr Barzanî şîretkarê civata asayîşa Herêmê îro pêşwazî li Krîstofer Langman balyozê Australia li Îraqê û şandeka di gel da kir û di kombûna herdu alîyan da, şanda Australia piştevanîya welatê xwe ji bo mafên destûrî yên Herêmê nîşanda û xweşhalîya xwe bi destpêkirina danûstanên Hewlêr û Bexdayê nîşanda.
Balyozê Australia got: Welatê wî piştevanîyê li Kurdistaneka pêşkeftî û bihêz û yekgirtî di çarçûvê Îraqeka bihêz da dike û ew hêvî xwazin herdu alî kêşeyên xwe bi aştîyane çare biken.
Mesrûr Barzanî jî ragihand; Pêdivîye rewşa Îraqê bi curekî bê asaykirin ku hemû pêkhate piştrastbibin û got: Herêma Kurdistanê dixwaze hemû destûrê Îraqî bê bicihanîn û bi taybet jî maddeya 140.

Waar.tv
Top