• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî li gel Şahê Urdinê dicive

Gulan Media January 24, 2018 Nûçe
Serokwezîr Barzanî li gel Şahê Urdinê dicive
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şah Urdinê Şah Ebdulah li Davosê dicivin û rewşa navçê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj dikin.

Li gor K24ê, biryare îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdulah li Davosê bicivin.

Duh Forma Aborî ya Cîhanê li Davosê bi beşdariya 70 serok, serkirde û sermayedarên cîhanê ve dest pê kir. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî beşdarî formê bûye û biryar e hin hevdîtinan ligel serok û serkirdeyên cîhanê bike.

Di civînê de pêşhateyên dawî yên navçeyê, peyvendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çend pirsên din gotûbêj dikin.

Basnews
Top