• Thursday, 19 February 2026
logo

HSDê bîlançoya şer a çar rojan aşkera kir!

Gulan Media January 24, 2018 Nûçe
HSDê bîlançoya şer a çar rojan aşkera kir!
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya duh roja çarem a operasyonên artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê ragihand û diyar kir, di êrîşan de 4 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 14 sivîl jî birîndar bûne.

HSDê da zanîn, duh ji danê sibê ve artêşa Tirkiyê navçeya Cindirêsê bi çekên giran topbaran kir û 4 sivîl ku di nava wan de jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan û 14 sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûrî hewil dan bilindahiyên navçeya Reco li aliyê gundê Qude ve kontrol bikin, lê hêzên wan ew êrîş têkşikandin, wesayîteke leşkerî rûxandin û 6 çekdar kuştin.

Li gundê Umera jî şer û pevçûn di navbera hêzên wan û çekdarên Artêşa Azad a Sûrî de derket, di encamê de tankek hat têkşikandin û hemû çekdarên têde hatin kuştin.

Li gundê Hemamê jî şer û pevçûnên giran qewimîn û hêzên wan ew êrîş jî têkşikadin. Li girê Qestelê jî êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûrî hat şikandin.

Di şer û pevçûnên li gundê Umera ya navçeya Mabeta de jî 24 çekdarên Artêşa Azad a Sûrî hatin kuştin.

HSDê ji raya giştî ya cîhanê xwest ku rêxistinên mirovî û komîteyên mafên mirovan ki ku van erîşan şermezar bikin

Basnews
Top