Amerika ji Operasyona Efrînê dilgiran e
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert tekez kir ku, daxwaz ji Tirkiyê dikin, aramîya navçeyê biparêzin, jiber ku 'Efrîn li bakûrê rojavayê Suriyê aram bû û niha ne aram e.
Amaje kir ku, Amerîka dixwaze ew alozî bidawî were, jiber ku berê şerê dijî DAIŞê diguhere.
Taybet ji Kurdistan24 re Nauert got, daxûyaniyên Rûsyayê derbarê dan a çekan ji aliyê Amerîkayê bo YPG, bi derxistina aloziyan di navbeyna Amerîka û Tirkiyê de binav kir û diyarkir, her dû welat hevpeymanên NATO ne û ew daxuyaniyên Rûsyayê propaganda ne.
K24
