• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Davosê ye

Gulan Media January 24, 2018 Nûçe
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Davosê ye
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo beşdarîkirin li Kombenda Aboriya cîhanî, bi serokatiya şandeyekê ku, ji Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û hijmareke berpirsên din yên Herêma Kurdistanê pêkhatibû, gihişte bajarê Davos li Swîsreyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 23.01.2018, digel serok, serokwezîr, paşa û serkirdeyên cîhanê û mêvanan Kombenda Aboriya Cîhanê, beşdarî di merasima pêşwazî û şîvxwarinê dike ku ji aliyê Klaus Schwab damezrênerê Korbenda Aboriya Cîhanê û hevjîna wî Xatûn Hilde Schwab ve hatiye amadekirin.

Roja çarşemê, 24.01.2018 û rojên dûv de, Nêçîrvan Barzanî beşdariyê di xebat û çalakiyên Kombendê de dike û di çarçoveya wê de digel hijmareke serkirdeyên cîhanî dîdar û civînan pêk tîne.
Top