• Thursday, 19 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê: Heta niha tenê serbazekî me di şerê Efrînê de hatiye kuştin!

Gulan Media January 23, 2018 Nûçe
Artêşa Tirkiyê: Heta niha tenê serbazekî me di şerê Efrînê de hatiye kuştin!
Artêşa Tirkiyê ragihand, heta niha di şerê Efrînê de “tenê yek” serbazê wan hatiye kuştin.

Ev 4 roj in Tirkiye bi hemû hêza xwe ve êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha gelek kesên sivîl hatine kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûne, şerekî giran di navbera hêzên Tirkiyê û şervanên YPGê de didome.

Artêşa Tirkiyê duh bi şev ragihand, heta niha tenê efserekî wan di şerê Efrînê de hatiye kuştin, ew jî roja 22 vê mehê hatiye kuştin.

Ev daxuyaniya artêşa Tirkiyê di demekî de ye ku çavkaniyên nêzîkî YPGê dane zanîn, heta niha “bi dehan” serbaz Tirkiyê hatine kuştin û gelek ji wan jî dîl ketine destê şervanan.

Basnews
Top