Êzîdiyên Efrînê: Artêşa Tirkiyê cihên me yên pîroz bordûman dike!
Yekitiya Komeleyên Êzîdiyan li Efrînê (NAV-YEK) di daxuyaniyekê de ragihandiye, cihên wan yên pîroz bi taybet ziyareta Xatûna Fexra li qontara çiyayê Persê li gundê Qestel Cindo yê Efrînê tên bordûmankirin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Dîsa Êzidî tên kuştin, wargeh û ziyaretgehên vê ola qedîm tên bombekirin. Dewleta Tirk dîsa li Kurdan hatiye xezebê û êrîşên hovane dibe ser Efrînê…”
Êzîdiyên Efrînê bêdengiya Yekitiya Ewropa li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kirine û bang li hemû kurdên êzîdî û kesên demkrat dikin xwedî li Efrînê derkevin.
Basnews
