• Thursday, 19 February 2026
logo

Mattis: Em dê ligel Tirkiyê bixebitin û rêyeke çareseriyê bibînin

Gulan Media January 22, 2018 Nûçe
Mattis: Em dê ligel Tirkiyê bixebitin û rêyeke çareseriyê bibînin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê James Mattis derbarê êrişa Tirkiyê ya ser Efrînê de ragihand ku Tirkiyê li ser mijara êrişên asamanî ew agahdar kirine. Herwiha James Mattis diyar kir ku dê di dahatu de jî ligel Tirkiyê kar bikin.



Roja Şemiyê 20ê Çileya 2018an, Artêşa Tirkiyê êrişa xwe bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya operasyona bi navê “Çiqlê Zeytûnê” de dest pê kir.



Li gorî medya Amerîkayê Wezîrê Derve yê Amerîkayê James Mattis di serdana xwe ya bo welatên Başûrê Rojavayê Asyayê de bersiv da pirsên rojnamegeran ên derbarê êrişên Efrînê de.



James Mattis amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye hevalbendeke girîng a NATOyê ye û got: “Di warê ewlekariyê de gumanên Tirkiyê yên rewa hene.”



Li ser destpêkirina êrişê de jî Mattis diyar kir ku Tirkiye berî dest pê bike ew ji operasyon û êrişên asmanî agahdar kirine û wiha axivî: “Di heyamên pêş me de em dê ligel Tirkiyê hevkariyê bikin û rêyeke çareseriyê bibînin.”



Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên ser Efrînê ti metirsî li ser leşkerên wan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nîne.



Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî duh (22.01.2018) gotibû: “Em daxwazê ji Tirkiyê dikin ku aram be, operasyona xwe ya leşkerî sînordar bike û baldar be da ku sivîl zerarê nebînin.”

Rudaw
Top