• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî: Divê kirîz û kêşeyên navçeyê bi awayekî aştiyane bên çarekirin

Gulan Media January 22, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Divê kirîz û kêşeyên navçeyê bi awayekî aştiyane bên çarekirin
Serok Barzanî derbarê êrîş û bordûmana Tirkiyê û çend aliyên din li ser bajarê Efrînê û canjidestdana xelkên sivîl li wî bajarî dilgiran e û li ser wê yekê peyamek belav kir.

Têksta peyamê:

Bi navê Xwedayê Bexşinde û Mihreban

Bi êrîş û bordûmanên artêşa Tirkiyê û çend aliyên din li ser bajarê Efrînê û canjidestdan û qurbanîbûna xelkên sivîl li wî bajarî em gellekî dilgiran kirine.

Hêvîdarim di zûtirîn dem de ew êrîş bê rawestandin û canê welatiyan bê parastin û ji rewşa niha firehtir nebe û karesat û encamên xirab jê çênebin.

Li gorî hemû ezmûnên navçeyê, bi şer û tundiyê kirîz û kêşe kûrtir û berfirehtir dibin. Baştirîn rê ew e bi awayên aştyane kirîz û kêşeyên navçeyê bên çarekirin.

Mesûd Barzanî

22ê 1ê 2018

K24
Top