BI SAYA AMERÎKA Û RÛSYA - Efrîn di jêr gefa şer û kavilbûnê de
Îdareya Amerîkayê ku heta hefteyek berê behsa pirçekkirina “hevpeymanên xwe yên Kurd” dikir, niha bi hişyarî behsa rewşê dikin. Berpirsekî Pentagon ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji Ajansa Reutersê ya Brîtanî re wiha dibêje: “Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku xwe ji aloztirkirina rewşê dûr bixin û bala wan li ser erkê girîng be ku ew jî têkşikandina DAIŞê ye.” Ji aliyekî din ve Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di civîneke çapemeniyê de got: “Em daxwaz dikin, bê guman mebesta me Tirkiye ye, pêngavên wiha neavêje.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir ku divê bala hemû aliyan li ser şerê DAIŞê be. Daxwiyaniyên Wezareta Derve û Pentagonê ji aliyekî ve wê rastiyê derdixin hole ku ti planeke Amerîkayê bo qonaxa piştî DAIŞî nîne û li aliyekî din jî eşkere dikin ku li piraniya navçeyên Rojhilata Navîn pêgeha Amerîkayê nemaye û nikare berê bûyeran biguhere. Daxwiyaniyên Amerîkayê yên du rojên borî dişibin daxwiyaniyên dema êrîşên 16ê Cotmehê yên ser Kerkûkê ku Amerîka tenê temaşe dikir.
Berpirsekî Wezareta Derve jî dibêje ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ligel wezîrên Dderve yên Tirkiye û Rûsyayê axifiye, lê naveroka gotûbêjan eşkere nekiriye. Hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê di sê salên borî de xala nakok a navbera Enqere û Washingtonê bûn. Amerîkayê hêzên Kurdî li Sûriyê wek mezintirîn hêza hevbeş a bejayî di şerê dijî DAIŞê binav dikir. Tirkiye jî wê hêzê wek baskekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne.
Ji Navenda Lêkolînan a SETAyê Sam Hiller, di gotarekê de amaje bi wê yekê dike ku Amerîka li Efrînê piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nake û wiha dibêje: “Ji ber li wê navçeyê tu çekdarên DAIŞê nînin.” Di sê salên borî de, Amerîkayê li Sûriyê hewlên xwe di çarçoveya têkşikandina DAIŞê de sînordar kirine û dosya çareseriya krîza seranserî Sûriyê radestî Rûsya, Tirkiye û Îranê kiriye. Xwe ji destêwerdana wan navçeyan dûr xistiye ku ne di jêr kontrola hêzên nêzîkê Amerîkayê de ne. Efrîn ne yek ji wan navçeyan jî bû ku Amerîka dixwest hêzeke parastina sînor bo wan pêk bîne.
Berî niha guman dihat kirin ku hêzên Rûsya yên li Efrînê rêgiriyê Tirkiyê bikin operasyonan bo nav kurahiya Efrînê veguhêzîne. Dawiya hefteya borî berpirsên leşkerî yên Tirkiyê serdana Moskowê kiribûn. Du roj piştre Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên xwe yên çavdêr bo Til Ecar û Til Refet ên aram vediguhêzin. Berî niha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov red kiribû ku hêzên xwe ji Efrînê bikşînin.
Pisporê Peywendiyên Rûsya û Tirkiyê li Zanîngeha Moskowê Prof. Kerîm Has li ser mijarê ji rojnameya New York Timesê re got: “Dîmen wiha pêşan didin ku dê guhertin bi ser peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê de çêbibin.” Li gor Has, Rûsya naxwaze xwe tevlî şerekî 100 salî yê navbera Tirkiye û Kurdan bike, wek çawa nikare hevkariya Tirkiyê jî bike, eger li Efrînê pirsgirêk ji artêşa Tirkiyê re çêbûn. Has wiha dibêje: “Rûsya ne ji bo çareseriya pirsa Kurd li Sûriyê ye.”
Li ser heman mijarê Berpirsê Rewangeha Mafê Mirov a Sûriyê Ramî Ebdulrehman ji Associated Pressê ragihand ku Tirkiyê hêzeke 10 hezar kesî amade kiriye da beşdarî operasyona Efrînê bibin. Fermandeyekî grûbên çekdar ên ser bi Tirkiyê jî eşkere kir ku bi hezaran çekdar li Ezazê hatine bicîh kirin û bi sedan kes jî li Etme ya başûrê Efrînê li benda fermana êrîşa ser Efrînê ne.
“Operasyona Çiqlê Zeytûnê” bo Tirkiyê jî metirsî ye. Nêzîka 10 hezar şervanên YPGê li Efrîne hene û ezmûneke wan a baş di şerê DAIŞê û grûbên radîkal ên Îslamî ser bi opozîsyona Sûriyê heye. Herwiha tê çaverêkirin ku şerê Efrînê aloziya navbera PKK û Enqerê li navxweyê Tirkiyê jî girantir bike.
Tê çaverêkirin ku operasyona Tirkiyê û Opozîsyona Sûriyê bibe sedema nerazîbûna Neteweyên Yekbûyî, ji ber bi dehan hezar koçberên navçeyên din ên Sûriyê li Efrînê bicîh bûne. Piraniya wan jî dema şerê Idlibê koçberî Efrînê bûne. Herwiha 880 hezar welatiyên sivîl li Efrînê dijîn.
Nemana DAIŞ û Xewna Tirkiyê
Di dû salên borî de Enqere ji operasyonên leşkerî bo ser navçeyên Kurdî yên Sûriyê dûr ket, dibe ku di çarçoveya lihevkirina Washington û Enqerê de be ku Hêzên Sûriya Demokrat di şerê DAIŞê de take hêza şerker a bejayî bû. Li gor raporteke Navenda Stratfor, Tirkiye li bendê bû Amerîka piştî têkşikandina DAIŞê ji navçeyên Kurdî vekişe û alîkariya Hêzên Sûriya Demokrat rawestîne. Ji aliyekî din ve Tirkiyê dixwest bûna xwe di nav opozîsyonê de wek kartekê bikar bîne daku Rûsya rê bide êrîşên ser navçeyên Kurdî.
Rewşa niha ya navçeyê dişibe rewşa dawiya 2016ê, dema hêzên Opozîsyona Sûriyê li rojhilatê Helebê rûbirûyê hêzên alîgirê hikûmetê bûn. Wê demê Tirkiye bo wergirtina mohleta operasyona “Mertalê Firat” û girtina Cerablûsê amade bû pişta opozîsyonê berde. Armanca operasyona Mertala Firat jî qutkirina Efrînê ji herdû kantonên Rojavayê Kurdistanê bû.
Rudaw
