• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Hewlêrê êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê hat şermezar kirin

Gulan Media January 21, 2018 Nûçe
Li Hewlêrê êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê hat şermezar kirin
Hejmarek welatî û çalakvanên rêxistinên civakî yên sivîl li pêş avahiya parlamentoya Kurdistanê xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê pêkanîn.

Xwepêşandan îro 21.01.2018ê pêkhat û di xwepêşandanê de xwepêşanderan daxwaz kir, parlamentoya Kurdistanê civînek lezgîn pêkbîne û helwêst li dijî êrîşên Tirkiyê nîşan bide.

Yek ji xwepêşanderan em dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê xwepêşandan dikin û em daxwaz dikin li parlamentoya Kurdistanê helwêstê niştimanî nîşan bide û tişta naha li ser Efrînê pêktê karesat e.’’

Herwaha di xwepêşandanê de daxwaz ji welatên mezin ên wek Amerîka û Rûsya kirin ku bêdeng nebin li hember wê karesata ku Tirkiye li ser Efrînê de tîne û xwepêşandaran daxwaz kir Tirkiye êrîşên xwe rawestîne.

Top