• Thursday, 19 February 2026
logo

Ruhanî: Divê kurdên Iraqê bigihin mafên xwe yên rewa

Gulan Media January 21, 2018 Nûçe
Ruhanî: Divê kurdên Iraqê bigihin mafên xwe yên rewa
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, divê Kurdên Iraqê di çarçoveya destûr û yekparçeyiya axa Iraqê de bigihin mafên xwe yên rewa. Ruhanî herwiha amadebûna Îranê bo encamdana hilberînan li Herêma Kurdistanê nîîşan da û got, sermayedarên Îranê amade ne beşdarî di projeyên jêrxanî yên Herêma Kurdistanê de bikin.



Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku tevî şandeke pilebilind a Kurdistanê di çarçoveya serdaneke fermî de li Îranê ye, îro ji aliyê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ve hat pêşwazîkirin.



Civîna Nêçîrvan Barzanî û Hesen Ruhanî berî nîvro li Tehranê pêk hat û têde Serokomarê Îranê amaje bi pêwendiyên dîrokî yên komara îslamiya Îranê li gel kurdên Herêma Kurdistanê kir û got: “Divê hemû hewl ji bo zêdetir bihêzkirina pêwendiyên navbera gelên Îran û Iraqê werin bikaranîn.”



Hesen Ruhanî amaje bi rol û bandora Herêma Kurdistanê bo bihêzkirina ewlehiya Iraqê, weke beşeke giring ê wî welatî kir û ragihand: “Seqamgîrî û asayiş pêwîst e ji bo gihîştina bi geşekirin û jiyaneke xweş, nabe ku rê were dayîn ku îstiqrar û ewlehiya welatên herêmê bi her hincetekê bihê têkbirin.”



Ruhanî diyar kir: “Hemû netewên li welatên naçeyê, bi taybet kurdên Iraqê divê di çarçoveya destûr û yekparçeyiya xaka welatên xwe de bigihîjin mafên xwe yên rewa.”



Di beşeke din a axavtina xwe de, Serokomarê Îranê amadebûna sermayedarên Îranê ji bo encamdana hilberînan li Herêma Kurdistanê nîşan da û diyar kir: “Sermayedarên Îranê amade ne di projeyên stratejîk ên Herêma Kurdistanê de sermayeyên xwe razînin.”



Hesen Ruhanî herwiha got: “Em pêşwazî li bazirganên Herêma Kurdistanê dikin, daku beşdariyeke çalaktir di bazarên Îranê de bikin.”



Ruhanî herwiha got: “Em daxwaza Îran û iraqeke avedantir û pêşkevtîtir dikin û ew yek di berjewendiya hemû gelên herêmê de ye.”



li gorî malpera serokatiya Îranê di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ragihand, ew di wê baweriyê de ne ku hemû aliyên iraqî divê pabendî Destûrê bin û hewl bidin ku pirsgirêkên xwe di çaçroveya Destûrê de çareser bikin.



Nêçîrvan Barzanî herwiha sermayedarên îranî vexwand, ku di projeyên jêrxanî yên Herêma Kurdistanê de beşdar bibin.



Li ser deriyên sînorî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê jî Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew spasiya berdewambûna çalakiyên wan deriyên sînorî yên navbera her du aliyan dikin û tekez kir, ku Herêma Kurdistanê dixwaze hevkariyên aborî yên hevbeş ên bi Îranê re bihêztir bike.



Malpera serokatiya Îranê herwiha ragihandiye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kiriye, ku sînorên navbera Îran û Iraqê divê “sînorên dostanî û geşekirinê bin” û destnîşan kiriye, ku tekez Herêma Kurdistanê rê nade ku ji xaka Herêma Kurdistanê ve ti gef û metirsiyek li dijî Îranê çê bibe.



Di civînê de herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax jî amade bibûn.


Rudaw
Top