Serok Barzanî serdana Kosret Resûl kir
Îro li Hewlêrê Serok Barzanî serdana Cîgirê yekem yê Sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Kosret Resûl Elî kir.
Armanc ji vê serdana han ya Serok Barzanî agehdar bûn ji rewşa tendirustiya Kosret Resûl bû û hêviya tendirustî û selametî jê re xwest.
Her di heman civînê de Serok Barzanî û Resûl behsa rewşa siyasî ya Îraqê, deverê û pêşhatên nava prosesa siyasiya Kurdistanê de kirin.
