• Thursday, 19 February 2026
logo

Şervanên YPGê dîmenên herî nû yên şer belav kirin

Gulan Media January 20, 2018 Nûçe
Şervanên YPGê dîmenên herî nû yên şer belav kirin
Li gorî çend tomarên vîdyoyî ku navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) belav kirine, hêzên wan bersiva topbaranên artêşa Tirkiyê didin. Bi gotina berpirsên Kantona Efrînê, ew di amadebaşiyê de ne ji bo rûbirûbûna êrîşên Tirkiyê bo ser Efrînê.



Çiyayê Kurmênc ê li Rojavayê Kurdistanê bi bedewî û ciwaniya xwezaya xwe tê naskirin, niha dibe qada şerekî mezin. YPGê dîmenên herî dawî yên şer belav kirin, tê de derdikeve ku şervanên YPGê bi çekên giran bersiva hêzên artêşa Tirkiye û hêzên girêdayî wê dide.



Efrîn piştî Kobanî û Serê Kaniyê, cihê xwe wek navenda sêyem di nexşeya şerên mezin li Rojavayê Kurdistanê digire. Lê pêgeh û erdnîgariya Efrînê ji van her dû deveran cuda ye.



Siyasetmedarê Kurd Umer Şêxmûs dibêje ku hem Tirkiye û hem jî Sûriyê dixwazin bibin gef li ser hêzên Rêveberiya Xweser daku daxwaziyên xwe pêk bînin.



Dengê nerazîbûna welatiyên sivîl jî di her şerekî de bilind dibe, bi hezaran daketin nav cade û kolanên Efrînê, wan jî amadebûna xwe bo parastina Efrînê nîşan da.



Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa dibêje ku eger Tirkiyê êrîşî Efrînê bike, dê rastî şikestinê bibe û hêzên li nav Efrînê amade ne ku serkeftinê bidest bixin.



Efrîn an jî Çiyayê Kurmênc, ku têde Memê Alan, Derwîşê Evdî bi dengê Cemîl Horo yê çiyayî dihat gotin, niha jî xelkê wê daketine nav cade û kolanên bajarê xwe û li ber sirûda Ey Reqîb girêdana xwe bi axa xwe ve nîşan didin.

Rudaw
Top