NY: Em çavdêriya rewşa Efrînê dikin
Berdevkê sekreterê giştî yê NY, Stephane Dujarric li ser operasyona Tirkiyê li dijî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji rojnamevanan re got: "Netewên Yekgirtî çavdêriya pêşhatên Efrînê dike. Em ji hemû aliyan dixwazin parastina xelkê sivîl yên navçeyê bikin û xwe ji wan karan dûr bikin, ku dibin sedema têkçûna rewşa navçeyê".
Ev helwesta Netewên Yekgirî di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê xwe ji bo êrişa li ser bajarê Efrîn amade kiriye. Ew bajar di bin kontrola YPGê de ye.
Basnews
