Xelkê Efrînê li dijî gef û êrişên Tirkiyeyê xwepêşandanek pêkanîn
Li Efrînê xelkê sivîl bi piştgiriya rêxistinên sivîl, rîspî, nûnerên rêveberiya xweser û nûnerên partiyên siyasî ji xaçerêya Newrozê heta cadeya El Vilat li dijî gefên Tirkiyeyê meşiyan. Xelkê Efrînê bi gotinên, ‘Efrîn xeta me ya sor e. Xwediyên vê axê em in. Em ji tank û topên we natirsin û em li vir in’ êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.
