• Thursday, 19 February 2026
logo

YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin

Gulan Media January 19, 2018 Nûçe
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ragihand ku bêdengiya Hikûmeta Sûryê li ser êrîş û gefên Tirkiyeyê li ser Efrînê, wê yekê eşkere dike ku herdu aliyan lihev kirine ku Idlib ji hikûmetê re be, Efrîn jî ji Tirkiyê re be.

Nûrî Mehmûd li ser muhtemel operasyona Tirkiye ya Efrînê ji Kurdistan 24ê re xivî û got ku: "Armanca Tirkiyê û Hikûmeta Sûriyeyê ew e ku federaliya Bakurê Sûriyê jinav bibin, ji ber ku herdu welat jî wê federaliyê weke metirsî li ser xwe dibînin".

Mehmûd tekez kir, ku YPG ne li dijî artêşa Tirkiyeyê ye, lê ew tenê sînorên xwe li gel Tirkiyeyê diparêzin.

K24
Top