• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel nunerên şêniyên devera Sergeran civiya

Gulan Media January 19, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li gel nunerên şêniyên devera Sergeran civiya
Serok Barzanî ew piştrast kirin ku ew bi tenê nayên hêştin.

Duh li Selahedînê Serok Barzanî li gel hijmarek rêdîn spî û nunerên şêniyên devera Sergeran civiya.

Di civînê de rêdîn spî û nûnerên şêniyên devera Sergeran dilgiraniyên xwe û şêniyên deverê li hember destpê kirina prosesa bi ereb kirinê anîn ziman û herwiha bi awayekî berfire behsa rewşa wan deveran ji bo Serok Barzanî kir.

Şanda mêwan di berdewamiya axaftinên xwe de piştgîriya xwe û şêniyên deverê bo hêzên pêşmerge diyar kir û daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku sînorek bo prosesa biereb kirinê yaku ji aliyê artêşa Îraq û heşda şebî ve li deverê de hatiye destpêkirin deyne.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî behsa prosesa biereb kirin di dema rejîma Besê de kir û ragihand ku biereb kirin zilim û neheqiyeke gelek mezine û cudaye ji her babeteke din.

Serok Barzanî diyar kir ku gelê Kurdistan xwedan exlaq û çandeke zengîne û rêz ji netewe û olên din digire û got: Em ti carê naxwazin ku kêşeyên siyasî yên di navbera hikûmetan bibin sedema şerê navbera netewan û li gel vê yekê jî prosesa biereb kirinê proseseke metirsîdar û sitemkaraneye ku derheq bi gelê Kurd û şêniyên deverê de tê kirin.

Serok Barzanî amadebûyên civînê ji vê yekê piştrast kir ku gelê Kurdistanê li pişta wane û her rêyek bo dawî anîn bi prosesa biereb kirinê digre ber xwe û hewl dide dawî bi vê prosesa dij mirovatî bihêne û rewşa wan deveran normal bibe jiber ku bierebkirin, zordarî û binpê kirina mafên şêniyên wan deveran bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de spasiya berxwedana şêniyên wan deveran kir û daxwaz ji wan kir moralên xwe bihêz bikin û hêviya wan hebe jiber ku li hember zordarî, sitem û zilimê wan bi tenê nahêle.

Top