Ahmet Turk: Operasyona Efrînê dê bibe sedema kîn û nefretê
Ahmet Turk ji rojnameya DW Tirkî re diyar kiriye, ku Kurd dê operasyona li ser Efrînê ti car qebûl nekin û gotiye: “Berê ji ber ku PKKê têkoşîneke çekdarî dikir, Kurdan operasyonên dewletê, weke rast an jî maqûl qebûl dikirin. Lê niha Kurd operasyona Efrînê dê çawa qebûl bikin?”
Herwiha Turk destnîşan kir: “Li Rojhilata Navîn yekane welatê ku Kurd bikarin bi aramî û bi hevre bijîn, Tirkiye ye. Tirkiye naxwaze vê derfetê bi kar bîne. Destwerdana Efrînê dê bibe sedema mezinbûna kîn, nefret û hêrseke ku bi sedsalan berdewam bibe. Ev ti car ji bo Tirkiyê dê nebe siyaseteke erênî û bi qezenc.”
Li ser pirsa "Gelo hûn hevkariya Amerîkayê ya bi YPGê re û helwesta Tirkiyê çawa dinirxînin?" Ahmet Turk wiha bersiv daye:
“Ev diyar e ku Amerîka û Rûsya dixwazin li Rojhilata Navîn roleke çalak bilîzin. Li ser mijara têkoşîna li dijî DAIŞê û îslamiyên tundrew, kesên ku li qadê ne, Kurd in. Ji ber vê yekê pêwîstî bi Kurdan çêbû. Xwezî Tirkiyê, li dijî wan piştgirî bida Kurdan û îro nehata vê rewşê. Dema ku em li bûyera Kobaniyê dinêrin, heta niha çalakiyeke Kurdan a li dijî sînorê Tirkiyê tine ye. Dijîtiya Tirkiyê, di berjewendiya Kurdan de jî nîne. Dema ku Tirbeya Silêman Şah ber bi Kobaniyê ve hate veguhestin tacîzek pêk nehat.”
Rudaw
