• Thursday, 19 February 2026
logo

Firokeya leşkerî ya Tirkiyê ket!

Gulan Media January 18, 2018 Nûçe
Firokeya leşkerî ya Tirkiyê ket!
Li navçeya Yalvaş a bajarê İsparta ya Tirkiyê, firokeyeke leşkerî kate xwarê û di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan.



Îro demjimêr 2.30ê piştî nîvro, li nêzîkî gundê Kirkbaş a navçeya Yalvaş a bajarê İspartayê, firokeyeke leşkerî ya curê CN 235 – CASA kete xwarê.



Nîştecihên herêmê derbarê ketina firokeyê de agahî dane Navenda Hawarçûna Lezgîn.



Waliyê Îspartayê Şeyhmûs Gunaydin ragihand, ku di bûyerê de 3 leşker mirine.



Fermandariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê jî eşkere kir, ku demjimêr 12.50 xulekan peywendiyên wan ên li gel firokeyê qut bûne.



Hate gotin, ku firoke ji bo perwerdeya leşkerî dihate bikaranîn.

Rudaw
Top